Nêçîrvan Barzanî: Bi cîh hatina xewna serxwebûna Kurdistanê gelek nêz bûye
Piştî ku hijmarek Siyasetmedar, Parlementer û kesayetiyên Swêdî di çend gotarên cuda cuda de piştgîrî û hevsoziya xwe bo prosesa serxwebûna Kurdistanê diyar kir, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasnameyek pêşkêşî wan kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di peyama han de hevdem li gel ku spasiya wan Siyasetmedar, Parlementer û kesayetiyan kiriye, hêviya vê yekê jî xwestiye ku berdewam bin li ser piştgîrî kirina Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku di demek de ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li hember hovanetirîn tevgera terorîstiya cîhanê şer dikin bo aramiya dever û cîhanê, piştgîriya we cêyê rêzdariya me ye.
Barzanî herwiha eşkere kiriye ku bi hevkariya demokrasîxwazên Swêdê, Ewrûpa û seraserê cîhanê bicîh hatina xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîtir dibe.
