Serokwezîrê Tirkiyê li ser giştpirsiya Kurdistanê axivî
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di dema vegera xwe ya serdanên Sîngapûr û Viyetnamê de, ji rojnamevanan re li ser nijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê û rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê axivî.
Derbarê gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî de ku gotibû; “Giştpirsî ji bo Tirkiyê sedema şer e”, Yildirim got: “Şer di navbera du dewletan de dibe, em wan weke dewlet nabînin. Eger dewletek mafê serweriya me binpê bike, ev dê bibe sedema şer. Lê li wir rêveberiyeke herêmî yê parçeyekî Iraqê heye. Ev nabe sedema şer. Ti wateya wê nîne rêveberiya Bakûrê Iraqê jî li ser vê mijarê pêdagir be.”
“Em ji ber xwe ve êrîşan nakin”
Li ser îdîayên ku dê Operasyona Mertala Feratê bigihe Efrîn û Idlibê, Serokwezîrê Tirkiyê wiha axivî:
“Em ji ber xwe ve êrîşê ti deveran nakin. Bi dehol û zûrneyan operasyon nabe. Divê pêvajoya taktîk û amadekariyan hebe. Ji bo destwerdana xaka welatekî din divê bingeheke hiqûqî û hêcetekî rewa hebe.”
Yildirim da zanîn, ku li ser mijara Sûriyê ligel Rûsya û Îranê danûstandinan dikin û got, ku divê di mijara PYD û YPGê de jî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nakokî nebin.
Bînalî Yildirim da xuyakirin, ku rêvekftina di navbera Îran û Tirkiyê de li ser hîmê hevkariya li dijî PKKê ye.
Rudaw
