Serokê Çîçan:Bi hevkariya Herêma Kurdistanê 12 welatiyên Rûsya û Kazaxistanê rizkar bûn
Serokê Çîçan li ser rûpela xwe Instigramê wênerê civînekî nûnerê welatê xwe li gel berpirsên Herêma Kurdistanê belavkirbû û nivîsandibû ku, dawî bi qonaxeke din ya hilmeteke mirovatiyê ya giring li Kurdistanê bo rizgarkirina welatiyên Rûsya û welatên din yê Yekîtiya Sovyata berê hat kirin.
Herwiha da zanîn ku, di encama wê hilmetê de 6 welatiyên Rûsyayê û 6 welatiyên Kazaxistanê hatin rizgarkin û gihane navçeyên aram û cihê 6 welatiyên din ên Rûsî hate aşkere kirin.
Berî çend rojan operasyona kontirolkirina Tilaferê ku, weke navenda serkirdeyên DAIŞê taybet ên biyanî tê naskirin destpê kir.
Basnews
