Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya li qada Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kir û di derbarê pirsa referandûmê û egerên piştî referandûmê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ji bilî tekezkirina li têgihîştina welatê xwe ya ji bo mafên gelê Kurdistanê helwesta welatê xwe ya di derbarê dema birêveçûna referandûmê bi Serok Barzanî gihand.
Her li vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser biryara encamdana referandûmê û di dema xwe ya diyarkirî û berdewambûna proseya guftûgoya li gel Bexda li ser wê pirsê da kir û bi eşkere wan sedeman xisterû ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje.
