• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir

Gulan Media August 25, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir
Roja pênçşem 24.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cyril Nann Balyozê nû yê Almanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Almanya li Iraqê behsa piştgîriya gel û welatê xwe ya ji bo bihêz mayîna Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li şerê terorê da karên girîng encam daye û cihê girîngiya Almanya ye û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku Almanya agahdarî dîroka êşên gelê Kurdistane, nîgeraniyên welatê xwe jî di derbarê dema encamdana referandûmê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku Almanya dixwaze li gel Herêma Kurdistanê da li peywendiyên berdewam da bê.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ji bo pêşkêşkirina hevkariyên serbazî ji bo Pêşmerge û wan hevkariyan bi bandor wesif kir.

Di derbarê biryara encamdana referandûmê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewe ne biryara kesek yan aliyeke, belku maf û biryara hemû take kesên hemwelatiyên Kurdistane û nabê xelkê Kurdistanê ji wê mafê bê bêbeş kirin û referandûm di dema xwe da tê encamdan. Eve jî behs kir ku li sed salê derbasbûyî de me hemû rêyek ceribandiye lê belê şeraket serî negirtiye û ewe Hikûmeta Iraqê bûye ku hîç demekî şeraketê nexwestiye û gelê me jî nikarê piştî wan hemû qurbanîdanan pêvekiyê qebûl bike û ezmûnên şikestxwariyan dûbare bike. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku li ser diyarkirina paşaroja peywendiyan û pirsa referandûmê li rêya aştiyane û diyalogê da li gel Bexda berdewam dibîn.

Top