ENKS: PYD rojavayê Kurdistanê te’rîb dike
Îbrahîm Biro di daxuyanîyekê de ji bo malperê fermyê Partî got: Partîya Yeketîya Demokratîk PYDê dest di gel rijêma Sûryê heye û sîyasetek li rojavayê Kurdistanê tê peyrew kirin ku bi sedema wê rêjeya Ereban ji ya Kurdan zêdetir lê hatîye.
Got jî: Li gorî rêkeftina PYDê û rijêma Sûryê, nawçeyên rojavayê Kurdistanê ku bi xwîna gencên Kurd rizgar kirine radestî rijêma Sûryê dibin.
Serokê ENKSê her yek ji bajarê Qamîşlo û ‘Efrînê jî bi nmûne anîn û got: Rijêma Sûryê bi dezgehên (muxaberat) û hêza serbazî ve, hebûn li wan bajarên Kurdî heye.
Encûmena nîştîmanîya Kurdî li sûryê îro li bere civînekê li Qamîşlo lidarbixe û têda mangirtineka nerazîbûnê li hember desteserkirin û revandna endam û kadêrên xwe ji alîyê PYDê ve rabigehîne.
Li gorî zanyarî ên fermî ên ENKSê, ta niha 33 serkirdeyên wan ji alîyê PYDê ve hatîne zîndan kirin.
Waar.tv
