Baydemîr: Bo serxistina referandumê her tiştekî bikim
Parlementerê Urfa yê HDPê û Peyvdarê HDPê Osman Baydemîr diyar kir ku vê bo ser xistina prosesa referanduma serxwebûna Kurdistanê çi ji wan were vê bikin daku prosesa referandumê serkeftî be.
Baydemîr herwiha diyar kir ku lazime tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanî yekgirtî bin û li dor berejwendiyên netewî û xalên hevbeş kom bibin.
Baydemîr di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku ew weke Kurdekî Bakûrê Kurdistanê rêz li îrade û biryara gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê de digire.
