• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: li Efrînê em rê nadin lîstokan. Referendûmê napejirînin!

Gulan Media August 24, 2017 Nûçe
Erdogan: li Efrînê em rê nadin lîstokan. Referendûmê napejirînin!
Piştî vegera xwe jî Ûrdinê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di belafirê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Bi taybetî di çarçoweya pirsa Kurd / Kurdistanê de dîtinên xwe anîn ziman.

Erdogan girêdayî Efrînê diyarkir ku, “Efrîn projeya xwegihandin a PYD ber bi Deryaya Spî ve ye. Em tu caran rê nadin, korîdorek terorê li wir were pêkanîn. Em dê destweradnê bikin û rê nadin. Operasyona Mertala Firatê ji bo vê yekê hate lidar xistin. Mertala Firatê biser ket, lê hîn ne qediya ye. Her tişt ligor bernameyên me birêve diçe. Yên ku dixwazin lîstokan li wir bikin, em rê nadin.

Di çarçoweya bernameya ya Efrînê de, ji bo me ya herî girîng rêgirtin a terorê ye. Ger li wir teror kontrolê bigre dest, dê çavên me jî reş bin. Divê weha bê zanîn. Van babetan em ligel Rûsya û Îranê jî diaxifin.

Çekên Amerîka ji Iraqê derbas dibin û dikevin Suriye de. 1000 barhîlgir derbas kirin. Amerîkî ji me re dibêjin: Me hejmar û nr a wan çekan qeyd kiriye, gava Operasyon qediyan em dê wan çekan bi paşve werbigirin. Lê em bawer nakin, gava dan bakurê Iraqê jî gotin em dê bi paşve bigrin, çi bû? Gotinên weha ji me re nebêjin. Hûn bi pere wan çekan nadin me, lê bêpere didin wan!

Hevdîtinên me ligel Îranê dom dikin. PJAK jî Îranê nerehet dike. Li Sincar be, li Qendîl be, hevdîtinên me dom dikin.

Li bakurê Iraqê pêkanîna referendûmê em rast nabînin. Ev tê wateya perçekirina Iraqê. Wekî Tirkiye em rast nabînin, welatên pêşkeftî yên cîhanê jî rast nabînin, welatên Islamî jî rast nabînin. Biryara referendûmê dive ji alî desthilata navendî ve jî bê pejirandin. Ger nepejirîne nabe lidar bikeve.

Ger bazarek hatibe kirin, ligel çi aliyan hatiye kirin, ev girîng e. Ger bi Talabanî re kiribin, ev babetek din a nerast e. Wekî nimûne Gorran çi dibêje? Dibêje: Em, erê nakin! Ango tenê bi Talabani re, encamdar nabe”.

K24
Top