Barzanî bo Çavuşoglu: Kurd ji Iraqî bê hêvî bûne
Îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Derbarê civînê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê silavên Serokomar û Serokwezîrê welatê xwe gihande Serok Barzanî û ji bilî amajedana bi rola giring a Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de, serkevtinên Pêşmerge li hember terorîstan li Serok Barzanî pîroz kir û di axavtinekê de behsa vê dostatiyê û pêwendiya baş kir, ku di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de heye.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Mevlut Çavuşoglu di hevdîtina li gel Barzanî de behsa referanduma Kurdistanê jî kiriye û ragihandiye, ku Tirkiye bawerî bi amfê gelê Kurdistanê heye, lê belê wiha dibîne, ku di dema niha de renge referandum aramî û îstiqrara herêmê têk bibe.
Di daxuyaniyê de amaje bi gotibên Mevlut Çavuşoglu yên derbarê helwesta Tirkiyê li hember referandumê de hatiye kirin û tê gotin:
“Têkildarî mijara referandumê, tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wî bawerî bi mafên gelê Kurdistanê heye û ji êş û derdên wê têdigihîje, lê belê wiha difikire ku referandum di wê dema niha de renge bibe sedema arîşeyan û îstiqrara herêmê têk bibe û di vê bareyê de dilgiraniyên Tirkiyê gihandin Barzanî û ew yek jî da xuyakirin, ku welatê wî amade ye, di hewlên navdewletî yên bo çareserkirina arîşeyên navbera Herêm û Bexdayê de beşdar bibe.”
Weke ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê kiriye û li hember hevakriyên Tirkiyê bo Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de pêzanînên xwe pêşkêş kiriye.
Barzanî herwiha behsa biryara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kiriye û amaje bi wan sedeman jî kiriye, ku bûne sedem gelê Kurdistanê biryareke wisa bide û ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêje.
Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dibêje:
“Derbarê mijara referandumê, Serok Barzanî di gotûbêjeke zelal û aşkere de behsa wan sedeman kir, ku bûne sedem daku gelê Kurdistanê biryara referandumê û avêtina pêngavan bo serxwebûnê bide. Serok Barzanî amaje bi dîroka tijî êş û karesat a gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê kir û tekez kir, ku zêdebarî zulm û Enfal û cenosîdê, gelê Kurdistanê biryar da ku rûpeleke nû veke û piştî sala 2003ê hemû hewlên xwe da, da ku iraqeke nû li ser bingeha şirîkatî û destûr û rêkevtinê were damezrandin, lê belê şirîkatî û destûr û rêkevtin hatin binpêkirin û herî dawî gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bê hêvî bû û naxwaze bi ti şêweyekê ezmûnên tal ên berê dubare bike û gelê Kurdistanê jî berpirs nebûye ji vê rewşa ku niha hatiye holê, belku siyaset û şaşiyên hikûmeta Iraqê sedem in.”
Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir, ku biryara gelê Kurdistanê bo referandumê, mafekî demokratîk û aştiyane ye û tekez kir, ku madem li Iraqê şirîkatî şikest anî û ji bo rêgirtin ji şer û ne îstiqrariya li herêmê, dibe ku Kurdistan û Iraq weke du cîran bi hev re bijîn.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Serok Barzanî herwiha ragihand, ku biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratî û aştiyane û xwezayî ye û sedemek dibe bo rêgirtina ji ne îstiqrarî û şer û bow ê yekê dibe, ku madem şirîkatî şikest anî, dibe ku em weke du cîranên baş li gel hev bijîn. Serok Barzanî tekezî li wê yekê jî kir, ku ezmûnên salên berê nîşan dane, ku Kurdistan faktora tenahî û îstiqrarê ye û îstiqrar û aştiya li herêmê bo gelê Kurdistanê giring e.”
Herwiha di heman hevdîtinê de, her du aliyan biryar dan, ku di pêwendî û şêwireke berdewam de bin.
Rudaw
