PDK: Parlemanto nabe sedem Referandom nehê kirin
‘Elî Hsên berpirsê peywendî ên nîştmanî ên Partî Demokratî Kurdistan PDKê îro di daxuyanîyekê de ji bo rojnamevan got: PDKe berisva têbînî ên Goranê amade dike, ji bo wê yekê di gel wan da bên gotubêj kirin û diyarkir: Ji bo kombûna bê Partî çaverrêya Goranê dike.
Diyar jî kir: PDKê pakêceka 6 xalî arastey Goranê kir û têbînî ên wan jî wergirtîn, her dema ew amade bûn ji bo kombûnê û gotubêjan li ser wê pakêcê PDKe dê amade be.
Li dor peywendî ên di gel Komela Îslamî ‘Elî Hsên amaje kir: PDKe bi nîyaze di vî mawey de di gel Komelê kombibe.
Li dor girifta Parlemantoyê Kurdistanê jî got: Boçûnên cuda li ser karakirina Parlemantoy hene lê Perlemanto nabe sedemê ku Referandom nehê kirin.
Her yek ji Ppartî Demokratî Kurdistan û Tevgera Goranê li 21 vê mehê li Silêmanîyê kombibûn û partî pakêca 6 xalî di wê kombûnê da arastey Goranê kir bû.
Waar.tv
