Hikûmeta Tirkiyê nûnerê YNKê li Enqerê, Behrûz Gelalî ji wî welatî derxist!
Nûnerê YNKê li Enqerê Behrûz Gelalî derengiya şeva borî vegeriya Kurdistanê. Gelalî li ser sebeba vegeriyana xwe daxuyaniyek rojnamevanî da û ragihand, çend roj berê Wezareta Derve ya Tirkiyê jê re gotiye, ji ber bûyerekê ku li devera bin destê YNKê qewimiye, Tirkiye nîgeran bûye lewma divê nûnertiya YNKê di nav 3 rojan de were girtin û tu jî li vir nemînî!
Behrûz Gelalî bêyî ku behsa wê bûyerê bike, gunehê wê yekê avêt stûyê PKKê û got,hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê bandorek xirab li ser pêwendiyên YNK û Tirkiye kiriye. Divê em rastiyê bibînin ji ber wê jî divê PKK berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire.
Basnews
