Gorran razî bû vegere parlamentoya Kurdistanê
Çavkaniyekî ji Civata Niştimanî ya Gorranê ji BasNewsê re got, Gorran razî bûye vegere parlamentoyê.
Wî rayedarê Gorranê da zanîn ku Gorranê pêşniyarên PDK û YNKê di warê vebûna parlamentoyê de pejirandiye û razî bûye vegere parlamentoyê.
PDK û Gorran roja 21 vê mehê civiyabûn, YNK û Gorran jî duh li hev civiyabûn. Di her du civînan de jî mijara vebûna parlamentoya Kurdistanê û referandoma serxwebûna Kurdistanê hatibûn axaftin.
Parlamentoya Kurdistanê, roja 12 Cotmeha 2015, dema hêzên asayişê rê nedan serokê parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, ku endamê Gorranê ye, vegere Hewlêrê, hat girtin. Ji wê demê ve heta niha parlamento girtî maye.
Basnews
