• Friday, 20 February 2026
logo

Çavuşoglu: Pêwendiyên aborî yên Kurdistan û Tirkiyê ne girêdayî referandumê ye

Gulan Media August 24, 2017 Nûçe
Çavuşoglu: Pêwendiyên aborî yên Kurdistan û Tirkiyê ne girêdayî referandumê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji Rûdawê re ragihand, ku pêwendiyên bazirganî yên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ti pêwendî bi mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê ve nîne.

Mevlut Çavuşoglu ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, îşev piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, serdana hotêla Dîwan a li Hewlêrê kir, daku bi nûnerên tikmenan û çend pêkhate û partiyên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pê bîne.

Berî destpêkirina hevdîtinên xwe yên bi pêkhateyan re, Çavuşoglu konfranseke rojnamevanî da û bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Çavuşoglu li ser pirsyara Rûdawê, ku gelo Tirkiyê dê ji ber referanduma serxwebûnê deriyê xwe yên sînorî li ser Kurdistanê bigire yan na, destnîşan kir, ku têkiliyên bazirganî yên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ti pêwendî bi mijara referandumê ve nîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha derbarê civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî got, ku wî bo awayekî dostane nêrîn û helwesta Tirkiyê ya derbarê referandumê de gihandiye Barzanî.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir, ku helwesta Tirkiyê her weke ku berê jî nîşan daye, zelal û aşkere ye û tekez kir, ku ew piştgiriya parastina yekparçeyiya xaka Iraqê dikin.

Çavuşoglu her li ser referandumê û israra berpirsên pilebilindên Kurdistanê bo sazdana wê di dema wê ya diyarkirî de ragihand, ku referandum aramiyê nahîne herêmê û bi gotina wî biryareke şaş e.

Rudaw
Top