Erdhejek bihêz Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand
Li gorî zanyariyan, erdhej li navenda bajarê Hewlêrê û derdora wê û herwiha navenda bajarê Silêmaniyê û derdora wê hat hstpêkirin.
Li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji bilî navenda bajarê Hewlêrê, li bajar û bajarokên weke Koye, Pîram, Soran, Şeqlawe, Çoman û Hacî Omeranê erdhej çê bû.
Herwiha li navçeyên Dûkan, Raniye, Kelar û Qeladizê yên ser bi parêzgeha Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê ve jî hest bi erdhejê hat kirin.
Li gorî zanyariyan, navenda erdhejê bajarokê Qeladizê li parêzgeha Silêmaniyê ye û di 10 kîlometriya kûrahiya erdê de bûye û meznahiya wê jî bi 5.3 pileyên Rîxterê bûye.
