• Friday, 20 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê: Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê tê xwarê

Gulan Media August 23, 2017 Nûçe
Parêzgarê Kerkûkê: Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê tê xwarê
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, ku biryara Dadgeha Iraqê ti bandorê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê nake û got: “Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê dê bê daxistin, ew jî eger rengê wê wê jê çûbe û yeka nû li cihê wê were bilindkirin.”

Li ser biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê li tevahî sazî û dezgehên vî bajarî, 5 endamên fraksiyona tirkmenan li Dadgeha Karîgerî de gilî tomar kiribûn. Dadgehê jî giliya tirkmenan di cîh de dîtibû.

Derbarê vê mijarê de Serokê Fraksiyona Tirkmenan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Tehsîn Kehiye ji Rûdawê re got: “Biryara Dadgeha Karîgerî bi temamî yasayî ye. Em dixwazin rêveberiya xwecihî jî biryara dadgehê pêk bîne. Bi biryara dadgehê, biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatiye hilweşandin. Eger bicîh neynin em ê mijarê bibin civaka navdewletî.”

Lê Fraksiyona Biratî, ku piraniya kursiyan di destê wan de ye û piraniya wan jî kurd in, dibêjin ku ev biryar ya gelê Kerkûkê ye û biryara dadgehê jî ti bandorê li biryara wan nake.

Serokê Fraksiyona Biratî Ehmed Eskerî got: “Biryara dadgehê li dijî îradeya gelê Kerkûkê ye. Eger were cîbicîkirin dê alozî û tevlîhevî çêbibe. Dibe hinek pirsgirêk bi rêya danûstandinan werin çareserkirin. Lê di vê mijarê de me biryara xwe daye û em şûnde gav navêjin.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî di vê mijarê de helwesta xwe dubare kir û got: “Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê dê bê daxistin, ew jî eger rengê wê wê jê çûbe û yeka nû li cihê wê were bilindkirin.”

Roja 28ê Adara 2017ê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da li ser avahiya parêzgehê û fermangehên hikûmî Ala Kurdistanê were bilindkirin.

Vê biryarê, ji bilî Bexdayê, li dewletên cîran jî rê li ber karvedanan vekir.

Rudaw
Top