Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Em amade ne navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê bikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu îro li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê her du wezîr derketin pêşberî kamerayan û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Çavûşoglu li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê got, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê divê vekirî û di çarçoveya Iraqeka yekgirtî de be.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê her wiha got, mafê Hewlêrê heye hinek gazin li Bexdayê bike, divê mafên Hewlêrê bên dayîn. Lê mafê Iraqê jî heye sînorên xwe biparêze.
Mevlût Çavûşoglu anî ziman ku Tirkiye amade ye, ji bo çareserkirina nakokiyan, di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbeynkariyê bike.
Wî rayedarê Tirkiyê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê jî got, em dixwazin referandom were betalkirin lê di heman demê de daxwaza me ji Bexdayê jî ew e guhdarî birayên me yên kurd bike.
Basnews
