• Friday, 20 February 2026
logo

Tevgera Gorran amadekariyên bersivdana PDKê dike

Gulan Media August 23, 2017 Nûçe
Tevgera Gorran amadekariyên bersivdana PDKê dike
Endameka civata giştî ya Tevgera Gorran amaje bi vê kir, ku bo bersivdana paketa PDKê Gorran amadekariyan xwe dike.

Endama civata giştî ya Tevgera Gorran Ezîme Necmedîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî ku PDKê projeyek 6 xalan pêkdihat da Gorran, biryare Gorran bo bersivdana projeye civîna civata giştî pêkbîne.’’

Herwaha got, piştî civîna civata giştî, Gorran civîna civata niştimanî û xaneya raperandin dê pêkbîne û piştre bersiva dawî dê bide.

Li gor endama civata giştî ya Gorran, bersivdana PDKê ‘’Pêwîstî bi dem û derfetê heye, ku xalên di paketê de helsengandin li ser bên kirin’’ û ragehand: ‘’Tevgera Gorran bi rêya xwe ve daxwazên xwe pêşkeş kirine û tişta mayî dikeve ser aliyê beramber bo bersiva daxwazan bê dayîn.’’

Basnews
Top