Tevgera Gorran amadekariyên bersivdana PDKê dike
Endama civata giştî ya Tevgera Gorran Ezîme Necmedîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî ku PDKê projeyek 6 xalan pêkdihat da Gorran, biryare Gorran bo bersivdana projeye civîna civata giştî pêkbîne.’’
Herwaha got, piştî civîna civata giştî, Gorran civîna civata niştimanî û xaneya raperandin dê pêkbîne û piştre bersiva dawî dê bide.
Li gor endama civata giştî ya Gorran, bersivdana PDKê ‘’Pêwîstî bi dem û derfetê heye, ku xalên di paketê de helsengandin li ser bên kirin’’ û ragehand: ‘’Tevgera Gorran bi rêya xwe ve daxwazên xwe pêşkeş kirine û tişta mayî dikeve ser aliyê beramber bo bersiva daxwazan bê dayîn.’’
Basnews
