Rêveberek Tirkmenî: Peyvendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê dê bihêztir bibe!
Wezareta derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ve aşkera kir, Mevlîd Çawişoglu serdana Bexda û Hewlêrê dike û li gel berpirsên Bexda û serokê herêma Kurdistanê jî dê bicive.
Serokê partiya Gorran û Nûbuna Tirkmen Mihemed Êlxanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tişta ku li Tirkiyê derbarê referandûmê de tê gotin bêhtir nêrîn û raman in, ne ku ew e bandorê li ser peyvendiyan bike, ji ber di dema herî hestyar de ku nêzîkbûna li referandûmê de wezîrê derve yê Tirkiyê serdana Kurdistanê dike û heta naha bi kiryarî Tirkiye ti gavek li dijî referandûmê ne avêtiye û helwêstê xwe bi awayeke nerm ragehandiye, ji ber nikare ji wê zêdetir be û ev yek jî wek kevneşopiyek navneteweyî ya dîplomatîk e.’’
Herwaha got: ‘’Gotina Tirkiyê ya dawî ew e ku axa Iraqê bê parastin, ji ber ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve naxwazin li gel Iraqê peyvendî ji vê xirabtir be. Eger na peyvendiyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê, gelek ji peyvendiyên Iraq û Tirkiyê bihêztir e û di asta bazirganî de jî bi heman awayiye, ji ber vê hatina Çawişoglu peyamek giringe ku Tirkiye ti demê peyvendiyên li gel Kurdistanê têknade û alîkarî jî dê zêdetir bin, ji ber di aliyê wûze de jî rêkeftinek 50 salî hatiye kirin.’’
Dawî de jî got: ‘’Di gotûbêjên wezîrê derve û berpirsên herêma Kurdistanê de pirsa bazirganî û peyvendiyên dualî û paşeroja navçeyê dê bê behs kirin.’’
Rudaw
