• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniya Pentagonê behsa paşxistina giştpirsiyê nake

Gulan Media August 23, 2017 Nûçe
Daxuyaniya Pentagonê behsa paşxistina giştpirsiyê nake
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) derbarê civîna Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de behsa daxwazeke weke paşixtina giştpirsiyê nehatiye kirin.

Berdevkê Pentagonê dibêje: “roja 22-08-2017, Wezîrê Berevaniyê James Mattis li gel Serok Mesûd Barzanî civiyan. Di civînê de Matti ji ber pêşengiya bi hêz a pêşmerge, ku bûye hevbeşekî giring di şerê DAIŞê de, spasî kir.”

Berdevkê Pentagonê dibêje: “Wezîr Mattis ji ber serkeftina operasyona Mûsilê pîrozbahî li Serok Barzanî kir û ragihand, ku azadkirina bajêr di encama hemahengiya bihêz a Bexda û Hewlêre pêk hatiye.”

Pentagon dibêje, di hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê daxwaza berdewambûna guftûgûyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji Serok Barzanî kiriye.

Derbarê hevdîtina Barzanî û Mattis de Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ragihandibû ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê behsa helwesta welatê xwe ya li hember sazdana giştpirsiyê kir û ragihand, ku giştpirsî ji pêşbîniyên wan dûr bûn.

Li hember vê yekê, Serok Barzanî jî ji Mattis re gotiye: “Referandum ne mijareke şexsî ye û mafê gel e û li gel ti prensîpên mafên mirov û demokrasiyê nakok nîne. Bi ti şêweyekê pirsgirêkê bo şerê terorê çê nake.”

Rudaw
Top