Hêzên Îraqî ji du alîyan ve çûn di nava Tele’ferê da
Şaneya ragihandina şerî diyarkir: Firqeya zirîpoşan ya supayê Îraqê ji alîyê rojhelatî ve çû di nav bajarê Tele’fer da û hêzên dije terorê jî ji alîyê başurê rojavay ve çûn di taxa Kîfah da û ber bi senterê bajarî pêşve diçin.
Herwesa ji alîyê bakurê rojhelat ve, şerr li hêla taxên Nûr, Nesr, Cezîre û Muntezr tên kirin.
Li hemû bereyên şerî, di 24 satên borî da, 59 terorsitên DAIŞê hatîn kuştin.
Herwesa di sê rojên borî da, hêzên Îraqî karîn nêzîkî 20 gund û nawçeyên sinorê Tele’fer ji dest DAIŞê derbêxin.
Waar.tv
