• Friday, 20 February 2026
logo

Hêzên Îraqî ji du alîyan ve çûn di nava Tele’ferê da

Gulan Media August 23, 2017 Nûçe
Hêzên Îraqî ji du alîyan ve çûn di nava Tele’ferê da
Operasyona Tele’fer îro di roja xwe ya çarê de piştî hêzên Îraqî karîn di 24 satên borî da derbazî navenda bajarî bibin.
Şaneya ragihandina şerî diyarkir: Firqeya zirîpoşan ya supayê Îraqê ji alîyê rojhelatî ve çû di nav bajarê Tele’fer da û hêzên dije terorê jî ji alîyê başurê rojavay ve çûn di taxa Kîfah da û ber bi senterê bajarî pêşve diçin.
Herwesa ji alîyê bakurê rojhelat ve, şerr li hêla taxên Nûr, Nesr, Cezîre û Muntezr tên kirin.
Li hemû bereyên şerî, di 24 satên borî da, 59 terorsitên DAIŞê hatîn kuştin.
Herwesa di sê rojên borî da, hêzên Îraqî karîn nêzîkî 20 gund û nawçeyên sinorê Tele’fer ji dest DAIŞê derbêxin.

Waar.tv
Top