• Friday, 20 February 2026
logo

Îran ava Urmiyê vediguhêze Tewrêzê û Kurd nerazî ne

Gulan Media August 23, 2017 Nûçe
Îran ava Urmiyê vediguhêze Tewrêzê û Kurd nerazî ne
Nûnerê parêzgeha Urmiyê li hemberî veguhestina ava wê parêzgehê ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo parêzgeha Tewrêzê nerazîbûn nîşan da û ragihand, birina ava Urmiyê bo Tewrêzê di demekê de ye, ku Urmiye bi dest kêm aviyê dinalîne û sektora çandiniya wê parêzgehê di krîzê de ye.

Parlamenterê Mihabadê di parlamentoya Îranê de, Celal Mehmûdzade ragihand, ji ber nebûa avê li hinek gundên girêdayî parêzgeha Urmiyê prisgirêk ji cotkaran re derketine.

Celal Mehmûdzade dibêje, di dema niha de qonaxa dawî ya veguhastina ava Çemê Cexetû bo Tewrêzê dest pê kiriye.

Bi gotina wî parlamenterê Kurd, bi projeya veguhastina avê ji başûrê parêzgeha Urmiyê bo parêzgeha Tewrêzê, dê sedî 60ê pêwîstiya bajarê Tewrêz bi avê û sedî 40ê pêwîstiya ava hin bajarê din ên wê parêzgehê were dabînkirin.

Celal Mehmûdzade herwiha bal kişande ser wê yekê, ku ew dê li parlamentoyî lêkolînê û lidûvçûnê bo vî babetî bikin û tekez kir, ku ew dê hewl bidin, ku ew piroje were rawestandin.

Rudaw
Top