Civîna Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bi dawî hat
Piştî merasîma pêşwazîkirinê, Mesûd Barzanî û James Mattis li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê civiyan. Civîna navbera Barzanî û Mattis û şandên her du aliyên Kurdistanî û Amerîkî demeke dirêj berdewam bû.
Tê çaverêkirin, ku Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyekê belav bike.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de, êvariya duh çûbû Urdinê û îro jî hatibû Bexdayê.
Mattis li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî bû.
Biryare piştî Hewlêrê James Mattis, serdana Tirkiyê û Ukraynayê jî bike.
Di civînê de ji aliyê Kurdistanê ve, her yek ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, Cîgirê Serokwezîrê Heêrma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrê Navxwe û Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derwe ya Kurdistanê Felah Mistefa, Roj Nûrî Şawêys, Şêx Ceifer û hejmarek berpirsên din amade bûn.
Herwiha di şanda Amerîkayê de jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross û hejmarek berpirs û generalên amerîkî di civînê de beşdar bûn.
Rudaw
