• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya kesukarên şehîdên Erebê gundê Melhe kir

Gulan Media August 22, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya kesukarên şehîdên Erebê gundê Melhe kir
Roja sêşem 22.08.2017 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ferhan Hemed Zergan û Hesen Ebas Eswed û Mihemed Siweyl Zergan kesukarên wan heft şehîdên Erebên gundê Melhe li devera Dubiz kir ku heftiya derbasbûyî ji aliyê terorîstên Da'îş ve bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe bi kesukarên wan şehîdan ragihand û bi tawaneke gelek mezin û ne însanî wesif kir û balkişand li ser wê yekê ku teror li tawan û dilreqiyê da hîç sînorek nanasê.

Kesukarên şehîdên gundên Melhe spasî Serok Barzanî kirin û wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku şehîdên wan şehîdên Kurdistanê ne û amadehiya xwe ji bo bergirîkirina li Kurdistanê û hevmil li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşandan.

Top