Serok Barzanî pêşwaziya Ralph Abraham Senatorê Komarîxwaza Amerîkî kir
Li vê hevdîtinê de Senator Ralph Abraham sersamî û sosretiya xwe beramber wan pêşketin û pêkvejiyan û lêborîniyê nîşanda ku li Herêma Kurdistanê heye û ragihand, gelê Kurdistanê bi demeke kêm de rêyekî dirêj biriye. Her wiha pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û qehremaniya Pêşmerge ya li şerê terorîstan da hebû, ku cihê şanaziye serbazên Amerîka mil bi milê Pêşmerge şerê terorîstan dikin û ragihand, gelê Amerîka gelek bi başî li xebat û daxwazên gelê Kurdistanê têdigihe û palpiştiya wê dike. Her wiha dûpat li ser berdewambûna piştevaniya gelê Amerîka ji bo gelê Kurdistanê kir. Ji ber ku Kurdistan ew navçeya arame ku bûye sengerekî bi hêz ya Amerîka û cîhanê li şerê terorîstan da û sozê da ku rastiyên Kurdistanê wekî xwe bigihîne bilindtirîn asta siyasiya Amerîka.
Li beramber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku li demên teng de û êrîşa terorîstên Da'îş de yarmetî û hevkariya Kurdistanê kiriye û xweşhaliya xwe jî bi hebûna peywendiya dostayetiya li gel welatên hevpeymanên cîhanê derbirî. Her li axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser şerê terorê û ragihand, Pêşmerge bi xwîna xwe bû sembola têkşikandina efsaneya Da'îş. Her wiha behsa dîroka hevbeşa gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê piştî qurbanîdanekî bê sînor û ceribandina çendîn ezmûnên tehl û pir li êş ji mayîna çarçêweya vê dewletê bêhêvî bûye, ji bo wê yekê biryar daye mafê sirûştiya xwe piyade bike û ji wê mafê jî paşvekêşiyê nake, eger mîsogeriyeke mezintir li referandûmê de ji bo gihîştina serbixweyiyê hebê.
Li beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku li dîroka siyasiya nû da hîç yekgirtinekî bi zorê heta dawiyê serî negirtiye.
Li dawiya hevdîtinê de her dû alî hevrebûn, ku li gel Kongresa Amerîka da li peywendiyeke berdewam de bin û spasî serdana Ralph Abraham ya ji bo Kurdistanê jî kir bo ku rastiyan wekî xwe bigihîne.
