Kolberek ciwan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hate kuştin
Li gor raporta navenda mafê mirov a Hengaw îro 21.08.2017ê hêzên çekdarên Îranê li bajarê Mako ya ser bi Ormiyê kolberek kurd ê bi navê Wehîd Dewletxa Cinîkanlu ku xelkê gundê Yarmiqê ye gule berdidin wî û ji ber wê jî ew kolberê ciwan jiyana xwe ji dest dide.
Ew kolber piştî ku hate birîndar kirin ku barê wî cigare bûne, ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve dest datînin ser barê wî û piştî ku wî vediguhêzin nexwaşxaneya Fecir, ji ber birîna wî girane jiyana xwe ji dest dide.
Ew kolberê kurd dervey karê kolberiyê heman demê de ciwanek xwedî huner bûye û şarezayê mûzîkê bûye û dengê wî xweşbûye.
