• Friday, 20 February 2026
logo

Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKK dibin?

Gulan Media August 22, 2017 Nûçe
Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKK dibin?
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin, eger îro PKK dikare zarokên 14 û 15 salî tevli refên xwe bike, divê hemû rayedar kêmasî di xwe de bibînin.

Soylu li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê beşdarî civîna ewlekariyê bû û piştre, di Civîna Şêwirmendiya Bajêr ya AK Partî de axivî. Da zanîn, Serokomar Erdogan ferman daye ku heta sala 2019'ê bê rawestan bixebitin.

Da xuyakirin, li derdora Tirkiyê şerên biwekalet tên kirin. Welatên mezin ku xwe dijî terorê nîşan didin, piştevaniya terorê dikin û PKK jî wek rêxistina terorê nabînin.

Soylu got, duh wêneyeke keçikên 14-15 salî nîşanî wî dane ku beşdarî PKK bûne û da xuyakirin, divê qeymeqam û mela, mamoste û siyaset şaşiyên di xwe de bibînin ku çawa rêxistin dikare wan zarokan derxe çiya û kincên leşkerî li wan bike.

K24
Top