• Friday, 20 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Dadgeh di bin kontrola siyasetê de ye

Gulan Media August 22, 2017 Nûçe
Kiliçdaroglu: Dadgeh di bin kontrola siyasetê de ye
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, li Tirkiyê dadgeh ketine bin kontrola siyasetê, dibe ku bê girtin û bo hemû bijardeyan xwe amade kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, dibe ku doza parlamenterê girtî yê CHP Enîs Berberoglu heta Kemal Kiliçdaroglu dirêj bibe û Kiliçdaroglu bo pêşîgirtina vê avê şêlo dike.

Hin rojnameyên Tirkiyê îdîa kiribûn ku, dê Kiliçdaroglu bê girtin û doznameya wî ji niha ve amade ye.

Serokê CHP, derbarê mijarê de bo rojnameya Huriyetê axivî û got, ew naxwaze wê senaryoyê bîne bîra xwe ku li Tirkiyê serokê partiya dijbereya sereke bê zîndankirin.

Da zanîn, dema ew dibêje, li Tirkiyê ewlehiya can û malê ti kesê nîne, xwe jî di nav wan kesan de dibîne ku ewlekariya wî nîne.

Kiliçdaroglu got, hikûmet dibêje , "dadgeh serbixwe ne" lê bi rêya dadgehê gef lê dixwin û wî jî bo hemû bijardeyan xwe amade kiriye.

K24
Top