Kiliçdaroglu: Dadgeh di bin kontrola siyasetê de ye
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, dibe ku doza parlamenterê girtî yê CHP Enîs Berberoglu heta Kemal Kiliçdaroglu dirêj bibe û Kiliçdaroglu bo pêşîgirtina vê avê şêlo dike.
Hin rojnameyên Tirkiyê îdîa kiribûn ku, dê Kiliçdaroglu bê girtin û doznameya wî ji niha ve amade ye.
Serokê CHP, derbarê mijarê de bo rojnameya Huriyetê axivî û got, ew naxwaze wê senaryoyê bîne bîra xwe ku li Tirkiyê serokê partiya dijbereya sereke bê zîndankirin.
Da zanîn, dema ew dibêje, li Tirkiyê ewlehiya can û malê ti kesê nîne, xwe jî di nav wan kesan de dibîne ku ewlekariya wî nîne.
Kiliçdaroglu got, hikûmet dibêje , "dadgeh serbixwe ne" lê bi rêya dadgehê gef lê dixwin û wî jî bo hemû bijardeyan xwe amade kiriye.
K24
