• Friday, 20 February 2026
logo

Debax: Îran dixwaze kurdan poşman bike da ku giştpirsiyê nekin

Gulan Media August 22, 2017 Nûçe
Debax: Îran dixwaze kurdan poşman bike da ku giştpirsiyê nekin
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Omer Debax ragihand, ku Îran di helwesta xwe ya li hember giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de bi rijd e. Debax got: “Berpirsên Îranê yekparçebûna xaka Iraqê, di çarçoveya destûrê de çareserkirina pirsgirêkên li gel kurdan, weke rêya tenê ya çareseriyê dibînin.”

Nazim Debax da zanîn, ku agahiya Tehranê ji binpêkirinên destûrî û neheqîn li hember Herêma Kurdistanê hatine kirin, heye. Herwiha Tehran amade ye navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniya xwe ya dawiyê de eşkere kir, ku ew ji bo encamdana giştpirsiyê bi rijd in û ne gengaz e ku giştpirsî were paşxistin. Di nava hefteyê de li Başûrê Kurdistanê, navendên dengdanê dest bi nivîsandina navên dengdêran kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Omer Debax derbarê helwesta Îranê ya li hember giştpirsiyê diyar kir, ku her roj bi riya kanalên cuda di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de pêwendî hene û got: “Îran û Tirkiyê dixwazin heta dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de riya guftûgoyê were bikaranîn. Ew dixwazin kurdan ji giştpirsiyê poşman bikin û bi rêya Bexdayê hewldanên xwe dikin.”

Nazim Debax herwiha da xuyakirin: “Tişta ku ez pê agahdar im, ku Îran û Tirkiye naxwazin destpêşxerê teqîna herêmê nebin. Heta xuleka 90 jî dê hewl bidin ku ev gişrtpirsî neyê kirin. Bêguman serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê jî heta dawiyê dê hewl bide pêvajoya giştpirsiyê serbixe.”

Federalîzma Herêma Kurdistanê jî ku piştî danûstandinên dûr û dirêj, piştî pêvajoya sala 2003ê, di Destûra Iraqê de hate cîbicîkirin, di destpêkê de ji aliyê Enqere û Tehranê ve weke guhertineke nû li herêmê dihate dîtin. Lê paşî wan jî li gel Herêma Kurdistanê danûstaninên xwe asayî kirin. Niha Herêma Kurdistanê dixwaze pêngavekî mezintir biavêje û li gel Iraqê bibe du cîranên baş.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Îranê di wê baweriyê de ye, ku Îranê di serxistina hizra federalîzma Iraqê de rol lîstine. Her wê serdemê de di navbera Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê, Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê rêkeftinek hate morkirin. Lê Debax dibêje; “rewşa niha û yaw ê demê ji hev cuda ye, Îran naxwaze giştpirsî were kirin.”

Pirs ev e, piştî giştpirsiyê dê Îran deriyên xwe yên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê bigrin yan ne? Nazim Omer Debax di vê derbarê de got: “Giştpirsî mafekî rewa yê gelê kurd e. Li hember vê girtina deriyên sînor, bijardeya dawîn a Tehranê ye. Bi baweriya min, Îran dê bibe welatê dawîn, ku ji ber giştpirsiyê li hember Herêma Kurdistanê helwesteke tund werbigre.”

Şanda Bilind a Giştpirsiyê ya çûbû Bexdayê, li gel hemû aliyên iraqî hevdîtin pêk anî û herwiha li gel balyozên welatan jî civiya. Yek ji wan balyozan jî Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescîdî bû. Mescîdî got: “Kurd li gel Bexdayê bigihin çi rêkeftinekê, emê rêzê lê bigrin.”

Debax li ser vê yekê jî diyar kir: “Îranê ji mêj ve axaftina xwe ya dawiyê ji şanda YNKê re gotiye. Ew peyam ji bo hemû serkirdeyên kurd e, ne tenê ji bo YNKê. Lê hêviya Îranê gelek mezin e, ku bikarin bi rêya guftûgoyê kurdan ji giştpirsiyê vegerînin û poşman bikin.”

Rudaw
Top