Firokeyekê DYAyê li Rihayê ketiye
Ligor zanyariyên medya Tirkiyê îro danê êvarî firokeyeke bê mirov a Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li (DYA) li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li nav zeviyeke garis ketiye. Herwiha hemwelatiyan haya hêzên emnî yên navçeyê jê çêkirine û wan jî li cihê ketina firokeyê lêkolîn kirine.
Tê îddîakirin ku firoke ji Baregeha Leşkarî ya Încîrlîka Edenê rabûyê.
Basnews
