Naveroka gotara Serok Barzanî li gel Nûnerên Sendîka û Rêxistinên Pîşeyî û Cemaweriyên Herêma Kurdistanê civiya
Serok Barzanî tekez li wê yekê kir û got: "Li bin hîç guvaşek da referandûmê paş naxîn, ewên dibêjin dema wê ne guncawe, em jî ji wan re dibêjîn "êdî dema wê kengê ye û şûna wê baştir çiye?". Li dirêjahiya gotara xwe da Serokê Herêma Kurdistanê eve jî ragihand: Bi min balkêşe hinek welat daxwaza serbixweyî yê red dikin. Her wiha got: Li destûrê da hatiye behskirin ku yekperçeyî ya axa Iraqê, bende bi bicîhkirina destûrê ve, ji bo wê yekê ji bo Bexda ne li cihê xwe ye behsa destûrê bike ku di demek de hemû birgeyên wê binpê kirine". Piştî gotarê jî Serok Barzanî guh da dîtin û nêrîn û raman û rexneyên hejmarek ji amadebûyên civînê û bersîva pirsiyar û têbîniyên wan da.
