• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Li gel Îranê li dijî PKKê operasyona hevbeş di rojevê de ye

Gulan Media August 21, 2017 Nûçe
Erdogan: Li gel Îranê li dijî PKKê operasyona hevbeş di rojevê de ye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku li gel Îranê li hev kirine ku li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon pêk bînin.

Serfermandarê Îranê Muhemed Baqirî hefteya berê serdana Tirkiyê kir.

Hatibû îdiakirin, ku Serfermandarê Tirkiyê Hulusi Akar ji Muhemed Baqirî re pêşniyar kiriye ku “Li Qendîl û li Şingalê li dijî PKKê operasyonên hevbeş pêk bînin.”

Recep Tayyip Erdogan beriya ku ber bi welatê Urdinê ve bi rê bikeve konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û di konferansê de ev îdia jê hate pirsîn.

Erdogan diyar kir: “Em weke hevsînor û bi taybetî jî endamên heman baweriyê, li dijî rêxistinên terorê ku bûne gef, li gel Îranê operasyonên hevbeş di rojeva me de ye.”

Erdogan herwiha got: “Me di navbera xwe de axivî ku gelo xebateke çawa dê were birêvebirin. Zirarên ku rêxistina terorê PKKê û şaxa wê ya li Îranê (PJAK) dide, li holê ye. Bi ramana ku ev gef bi piştevaniya herdû welatan di demeke gelek kurt de dê bigihîje encamê, emê dest bi xebatê bikin.”

Rudaw
Top