Serkirdeyekî Şîe: Mafê federaliyê ya Kurdistanê jî tune ye
Serkirdeyê şîe Cewad El Xalisî ku yek ji damezrînerên Encumema Bilind a Îslamî ya Iraqê ye û niha li bajarê Qûm ê Îranê niştecih e got: “Her projeya ku liv û tevgerek pêk bîne û hin welatiyên Iraqê jî pê qayîl bin, tiştekî baş e û arîşe li ser tine ye, lê bi wê mercê ku yekîtî, nasname û serxwebûna Iraqê were parastin.”
Li ser biryara pêkanîna giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî El Xalisî got: “Kesê ku bixwaze li ser siberoja Iraqê li hev bike, behsa giştpirsiyê nake.” û got: “Ew dixwazin bi navê gelê xwe kar bikin. Divê ev di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de were kirin. Nabe li paş xelitandina dijminan bisekinin ku dixwazin Iraqê dabeş bikin.”
Rudaw
