• Friday, 20 February 2026
logo

Perlemantarekê Îranî.. Amerîka piştevana dewleta Kurdistanê ye

Gulan Media August 21, 2017 Nûçe
Perlemantarekê Îranî.. Amerîka piştevana dewleta Kurdistanê ye
Perlemantarekê Îranê ragihand; Amerîka piştevanîyê li damezrandina dewleta Kurdistanê dike lê berpirsên wî welatî helwestê xwe ê rastîne li ser dezgehên ragihandinê eşkera naken.
Hsên Neqewî peyivdarê lijna asayîşa neteweyî û sîyaseta derve li parlemantoyê Îranê ji bo malperê fermî ê parlemantoy ragihand; Berpirsên Waşinton piştevanîyê li damezrandina dewleta Kurdistanê diken lê helwestê rastîne eşkera naken.
Neqewî ragihand; Serbora wan di gel Amerîkîyan da ew fêrkirîne ku sîyaseta Amerîkayê di ketwarî de ne ewe a berpirsên wî welatî di medyayê de belav diken.
Pêştir Waşintonê ptir ji carekê têbînî li ser jivanê Referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê hebûne, bi behaneya wê yekê ew Referandom dê kartêkirinê li şerê dijî terorê bike berpirsên Herêmê jî ew yek ret kir.
Ji alîyê xweve Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşnyaza Rêkis Tîlerson wezîrê derve ê Amerîkayê ji bo paşxistina Referandomê ret kir bû û ragihand bi tu rengan Referandom nahê paşxistin.

Rudaw
Top