• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka li nêzîkî Zumarê baregeheke nû ava dike

Gulan Media August 21, 2017 Nûçe
Amerîka li nêzîkî Zumarê baregeheke nû ava dike
Artêşa Iraqê li devera Zumar a li bakurê rojavayê Mûsilê baregeheke mayînde ava dike.

Bû mehek e ji bo avakirina baregehê, xebat berdewam e û heta niha nêzîkî 300 çekên giran li baregehê hatine bicihkirin. Rayedar diyar dikin, li gel xwediyên zeviyên ku li ser wan baregeh tê avakirin, hatiye axaftin. Herwiha rayedarên ewlehiyê jî destnîşan dikin, ku baregeh dê ji bo herêmê bibe aramî û ewlehî.

Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li gundê Karêz ê ser bi nahiyeya Zumar a navçeya Tileferê tê avakirin û ji sedî 60ê wê temam bûye. Heta niha 120 leşkerên Amerîkayê û 300 topên dûravêj hatine bicihkirin. Gelek caran bi topan DAIŞ tê bombebarankirin.

Berpirsê Zumarê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Xelo Elî ji Rûdawê re ragihand: “Rayedarên Amerîkayê beriya ku baregehê ava bikin, bi xwediyên zeviyan û keyayê gund re axivîn û aşkere kirin, ku dê ti kes zirar neke û heqê wan dê bidin wan.”

Xelo Elî diyar kir, ku baregeh li ser erdekî 20 donim tê avakirin û got: “Li baregehê firokexaneyeke piçûk heye û helîkopter her dem dadikeve û radibe.” û got: “Her çi qas ku çûyîna nav baregehê qedexe ye, em bi rêya xwe ya taybet hîn bûn ku têde 120 leşker hene. 300 topên dûravêj, mûşekên katyuşa û hin çekên din ên giran. Nêzîkî hefteyek e cihên DAIŞê yên li Tileferê têne bombebarankirin.”

Duh 20ê Tebaxa 2017an Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî operasyona rizgarkirina Tileferê ragihand.

Çar binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hebûn, bi vê baregeha leşkerî, ev hejmar bû 5.

Rayedarekî ewlehiyê yê li wê deverê, bal kişande ser giringiya baregehê û got: “Baregeha leşkerî ya li Zumarê ji bo Şingal û Zumarê ewlehiyê dabîn dike. Çimku Amerîka ti car rê nade zirarek bigihîje deverên ku baregehê wê yên leşkerî hene.”

Herwiha rayedarekî din ê leşkerî ku naxwaze navê wî were aşkerekirin diyar kir: “Amerîka ji bo damezrandina baregehê li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge li hev kir. Di navbera wan de rêkevtineke fermî heye. Ji ber vê baregeh dê li deverê aramiyê dabîn bike.”

Heman çavkanî aşkere kir, ku Amerîka bi rêya vê baregehê ji rojavayê Dîcleyê heta Tileferê dikare îstîxbaratê werbigre û bi vî awayî li ser vê deverê yekser biryaran bide.

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn jî ji Rûdawê re ragihand: “Ew baregeh bi piranî piştgirî dide operasyona kontrolkirina Tileferê.”

Herwiha Lezgîn li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê jî diyar kir: “Li Hewlêrê Jûra Operasyonên Hevbeş heye. Hêzên Amerîkayê li vir bi cih bûne. Li Herîr û Xazirê jî binkeyên leşkerî hene.”

Rudaw
Top