• Friday, 20 February 2026
logo

Muqteda sedir bizavê dike Şî’e serokatîya wezîran werbigirin

Gulan Media August 21, 2017 Nûçe
Muqteda sedir bizavê dike Şî’e serokatîya wezîran werbigirin
Rewta Sedrî bizavê dike ku kesayetîyekê Şiyo’î postî serokatîya wezîran li Îraqê werbigire û renge piştevanîya skirtêrê hizba Şiyo’î a Îraqê bike.
Jîderekê nêzêkî Rewta Sedrî ragihand; Di qûnaxên bên de hizba Şiyo’î a Îraqê û (Tecemu’ Medenî) dê ji hevpeymanên sitratîjî ên rewta sedrî bin jiber ku dê bizavan bike kesayetîyekê Şiyo’î bike serok wezîrên Îraqê.
Herwisa diyar kir hemî boçûn ji bo wê yekê diçin ku Muqteda Sedir dixwaze Raîd Fehmî sikirtêrê hizba Şiyo’î a Îraqê ji bo serokatîya wezîran kandîd bike.
Got jî: Sedrî gutarbêjê roja Eynyê bi navê Osame Mewsewî li navîna Bexdayê ji gutarbêjîyê derxsit jiber ku bi xrabî behsê Şîyo’yan kirbû.

Waar.tv
Top