• Friday, 20 February 2026
logo

Kurdek bû serpireştê Wezareta Enerjiya Îranê

Gulan Media August 21, 2017 Nûçe
Kurdek bû serpireştê Wezareta Enerjiya Îranê
Piştî ku bebijarê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî yê bo wergirtina Wezareta Enerjiyê ya Îranê di parlamentoya Îranê de hat redkirin, kurdek weke serpireştê demkî yê vê wezaretê hat diyarkirin.

Parlamentoya Îranê di çend rojên bihorî de, nirxandin ji bo dosyayên wezîrên pêşniyarkirî yên Serokomar Hesen Ruhanî kir, daku wezîrtiya wan pesend bike yan jî red bike.

Di dawiyê de, îro yekşembî ji 17 berbijêrên bo wergirtina postên wezîrtiyê di kabîneya nû ya Ruhanî de, parlamentoya Îranê hêjabûna 16 berbijêrên pêşniyarkirî bo 16 wezaretan pesend kir û tenê hêjabûna berbijêrê pêşniyarkirî yê bo Wezareta Enerjiyê, Hebîbullah Bîteref ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hat redkirin.

Herwiha îro piştî ku piraniya endamên kabîneya nû ya Hesen Ruhanî hatin erêkirin, kabîneya nû bi serpireştiya Ruhanî yekemîn civîna xwe saz kir.

Di yekemîn civîna kabîneyê de, Serokomarê Îranê biryara dest bi kar bûna çar cîgirên xwe îmza kir.

Herwiha ji ber ku berbijarê pêşniyarkirî yê bo Wezareta Enerjiyê ji aliyê parlamentoyê ve nehat qebûlkirin, ji aliyê Hesen Ruhanî ve cîgirê wezîrê berê yê vê wezaretê, endazyar Setar Mehmûdî weke serpereştê wezareta navborî hat diyarkirin.

Setar Mehmûdî kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ye û xelkê parêzgeha Îlamê ye û xwediyê bawerînameyên mastera endazyariya pîşesazî ji Zanîngeha Pîşesazî ya Şerîf û bakeloriya zewînasiyê (Ceolocî) ji Zanêngeha Isfehanê ye.

Li gorî fermana Serokomarê Îranê, Mehmûdî dê heta diyarkirina wezîrekî nû ji bo Wezareta Enerjiyê, serpireştiya vê wezaretê bike.

Herwiha Ruhanî ji bo Wezareta Xwandina Bilind jî ti kes berbijêr nekiribû û ji ber wê jî Cîgirê Ferhengî yê Wezîrê Xwandina Bilind, weke serpireştê vê wezaretê hat destnîşankirin.

Li gorî yasayên Îranê, Serokomar Hesen Ruhanî heta 3 mehan derfet heye, da ku ji bo wan her du wezaretan berbijêrên xwe diyar bike û navê wan ji parlamentoyê re bişîne.

Rudaw
Top