50 çekdarên DAIŞê ku ji Tileferê direviyan hatin desteserkirin
Çavkaniyekî ewlehiyê ji Şingalê ji Rûdawê re ragihand: “Beşek ji çekdarên DAIŞê bi şêweyeke komên piçûk, dixwestin xwe bigihînin sînorên Tirkiye û Sûriyê. Heta niha nêzîkî 50 kes hatin desteserkirin. Beşek ji wan çekdaran bi rêya xelkê ku ji Tileferê aware bûne, xwe gihandine sînorên Pêşmerge.”
Heman çavkaniyê ku li Şingalê berpirsekî ewlehiyê ye û naxwaze navê wî were aşkerekirin, li ser regeznameya wan çekdaran diyar kir: “Piraniya wan erebên Iraqê û tirkmenên Tileferê bûn. Lê ji wan 3 kes jî ewropî bûn. Yek ji wan brîtanî bû û du kes jî almanî bûn. Wan dixwest xwe bigihînin Sûriyê û ji wir jî ber bi Ewropayê. Bi taybetî jî çekdarên biyanî dixwestin vegerin welatê xwe.”
Tilefer li bakurê rojavayê Iraqê û li rojavayê parêzgeha Neynewayê ye. Di sala 2014an de ew der ji aliyê DAIŞê ve hate kontrolkirin û heta niha nehatiye rizgarkirin.
Roja 20ê Tebaxa 2017an Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî operasyona rizgarkirina Tileferê ragihand.
Rudaw
