Selah Delo: Civîna di navbera PDKê û Gorran dê çarenivîssaz be!
Endamê polîtburoya PDKê û serokê encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyanê yê PDKê Selah Delo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema sibê 21.08.2017ê civîna Gorran û PDKê bê kirin, dikare bê gotin heta astekê aramiya siyasî di navbera her du aliyan de heye, heman demê de şerê ragehandin û daxuyaniyên tund hatine rawestandin.’’
Selah Delo got: ‘’Em ji civîna Gorran û PDKê geşbîn in. Ji ber çarenivîsa me li ser vî erdî ye, dervey gotûbêj û civînê emê bo kuderê biçin û emê çi bikin? Ji ber vê giringe ew pirsane di navbera her du aliyan de bê çareser kirin. Bi taybet PDKê naha rewş nerm kiriye û merc rakirine, amadeye bo civînê, giringe aliyê beramber jî bê pêş.’’
Herwaha got: ‘’Civîn sibê li ser pirsa referandum û aktif kirina parlamentoyê û çawaniya destpê kirina rewşeke aram a peyvendiyên partiyan û di wan derbaran de dê civîn çarenussaz be.’’
Basnews
