• Friday, 20 February 2026
logo

Yekitiya Sunniyên Iraqê: Em ti carî li dijî daxwaziyên gelê Kurdistanê dernakevin

Gulan Media August 20, 2017 Nûçe
Yekitiya Sunniyên Iraqê: Em ti carî li dijî daxwaziyên gelê Kurdistanê dernakevin
Serkirdeyê sunnî û endamê Yekitiya Sunniyên Iraqê Selah Cibûrî dibêje, em ti carî li dijî daxwaziyên gelê Kurdistanê dernakevin.

Şanda referandomê îro li Bexdayê bi rayedarên Yekitiya Sunniyên Iraqê re, ku ji siyasetmedar, parlamenter û mezinên sunnî yên Iraqê pêk hatiye, hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, serokê şanda referandomê Roj Nûrî Şawês ragihand, nabe ti kes wisa bizane ku referandom li dijî Iraqê ye û got, bila her kes bizane ku referandoma serxwebûna Kurdistanê dê pêwendiyên navbrea Kurdistan û Iraqiyan de bihêztir bike.

Parlamenterê Iraqî û endamê Yekitiya Sunniyên Iraqê Selah Cibûrî jî got, rast e em daxwaza paşxistina referandomê dikin lê em ti carî li dijî daxwaziyên gelê Kurdistanê dernakevin.

Basnews
Top