Malbata Abdullah Ocalanî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.
Herwiha kes û karên girtiyên din ên Îmraliyê jî daxwaz ji Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kirin ko xizmên xwe bibînin.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê zindanî ye. Piştî şikestina pêvajoya aşitiyê hevdîtinên wî yên digel malbata wî jî hatin astengkirin. Mehmet Ocalan herî dawî di 11ê Îlona 2016an de birayê Abdullah Ocalanî dîtibû.
K24
