Xelkê devera Amêdiyê: PKK nahêle tûrîst serdana devera tûrîstî ya Berwarî Bala bikin
Ev demek dirêj e beşek mezin ji deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatine zeftkirin. Balafirên şer yên Tirkiyê jî bi hêceta wê yekê wan deveran didin ber bomeyan, ji ber wê yekê heta niha gelek caran ziyanên canî û malî li xelkê wan deveran ketine.
Hebûn PKKê li wan deveran ziyanek mezin li sektora tûrîzmê jî daye. Ji ber ku ne xelkê wan deveran ne jî tûrîst, nikarin serdana wan deveran bikin.
Yek ji deverên tûrîstî û xweş devera Berwarî Bala ya bajarokê Amêdî yê Duhokê ye. Ew der gelekî xweş û bi kêf e lê hêzên PKKê li wan deran çeper lê dane û bicîh bûne, balafirên Tirkiyê bi wê hêcetê berdewam wan deran bombebaran dikin.
Welatiyê bi navê Firset Omer li ser vê yekê ji BasNewsê re got, em hez dikin her derê welatê xwe bibînin û çêjê lê wergirin lê em ji PKK û êrişên Tirkiyê newêrin.
Firset Omer her wiha got, hebûna hêzên PKKê û êrişa balafirên Tirkiyê ziyaneka mezin gihandiye sektora tûrîzma Kurdistanê.
Jina bi navê Rêvîng Mihemed jî ji BasNewsê re got, devera Berwarî Bala gelek cihekî xweş û balkêş e lê mixabin ji ber şerê PKK û Tirkiyê wêran bûye. Eger PKK di xema kurdan de bûya wisa nedikir û rê bo Tirkiyê xweş nedikir ku Kurdistanê bişewitîne. Bila PKK hêzên xwe ji wan deran derxîne û nehêle ziyan bigehe xelkê.
Basnews
