• Friday, 20 February 2026
logo

Almanya ji helwêstên Tirkiye dilgiran e

Gulan Media August 19, 2017 Nûçe
Almanya ji helwêstên Tirkiye dilgiran e
Almanya dibêje, Serokomarê Tirkiyê destêwerdana welatê wan dike û li welat dibe sedemê aloziyan.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel, daxuyaniyek da rojnameyeke Almanî û got, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan destêwerdana hilbijartina welatê wan dike.

Da xuyakirin, di dîroka Almanyayê de ew cure destêwerdan nehatiye kirin û Erdogan dixwaze welatiyên Almanya bîne hemberî hev û di nav welat de aloziyan dirust bike.

Serokomarê Tirkiyê, Partiya Angela Merkel û Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Kesk wek neyarên Tirkiyê binav kiribûn û ji Tirkên li Almanya xwestibû, dengê xwe nedin wan partiyan.

K24
Top