Nûnerê Trump serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Di vê şandê de, ji bilî McGurk, Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Robert Jones û çend berpirsên Fransa û Brîtanyayê cih girtine.
Brett McGurk û şanda pê re derbasî bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) bûn û li wê derê bi fermandeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encumena Sivîl a Reqayê re civîn pêk anîn.
McGurk herwiha bi hejmarek kesatî û rûsipiyên herêma Reqayê re jî civiya.
Li gorî Şêwirmendê Serokatiya Hevbeş a Encumena Sivîl a Reqayê, bingeha sereke ya serdana Brett McGurk û şanda pê re bo Rojavayê Kurdistanê, avakirina bajarê Reqayê piştî şer e.
Şêwirmendê Serokatiya Hevbeş a Encumena Sivîl a Reqayê, Omer Ellûş derbarê serdana Nûnerê Serokê Amerîkayê û şanda Hevpeymaniya Navdewletî bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de dibêje: “Ev ne cara yekem e ku nûnerê Serokê Amerîkayê li bajarê Reqayê ye, û tiştê balkêş di vê seredanê de ev e ku balyoz Rantî, balyoz Brett McGurk û xanim Dêkir û Lîwa Jones ji hêzên hevpeymaniyê di nava şandeyê de ne û naveroka vê seredanê jî tekezkineke li ser wê yekê ku civaka navdewletî bi berpirsyatiya xwe radibe û dê porjeya avakirina Reqayê dest pê bike, ji ber ku ev bajar bû qurbaniya şerê DAIŞê.”
Omer Ellûş diyar kir, ku ew bi hêvî ne porjeya avakirina Reqayê têkeve warê pratîkê.
Nûnerê Turmp û sanda pê re herwiha îro serdana bajarokê Tebqayê li başûr rojavayê Reqayê kirin û bi Encumena Sivîl a Tebqayê re hevdîtin kirin.
Destpêkirina projeya avakirina Reqayê wê yekê nîşan dide, ku rizgarkirina tevahiya wî bajarî ji destê DAIŞê nêzîktir bûye, ku heta niha % 60 hatiye kontrolkirin û bi hatina şanda hevpeymaniya navdewletî hêviya welatiyan bi vegera ser mal û mulkên xwe zêdetir dibe.
Serdana McGruk û şanda pê re bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê kiriye û bi berpirsên pilebilind ên wî welatî û ji wan, bi Serkomar Recep Tayyip Erdogan, Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Hukusî Akar, Wezîrê Berevaniyê Nurettin Caniklî, Şêwirmendê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan û Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê
HSD: Amerîka dê bi dehan salan li Bakurê Sûriyê bimîne
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Telal Silo jî di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihandiye, ku berjewendiya Amerîka ya stratejîk li herêmê heye got, ku stratejiya Amerîkayê ya li dever ji bo dehan salan e.
Telal Silo diyar kiriye, ku herwiha hejmarek rêkevtin di navbera berpirsên navçeyên bakurê Sûriyê û rêveberiya Amerîkayê de hene, ku rêkevtinên leşkerî û siyasî li xwe digirin.
Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de, hêzên xwe li hin navçeyên bakurê Sûriyê belav kirine, û binkeyeke esmanî jî li nêzîkî bajarê Kobanî amade kiriye, û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.
Hevpeymaniya Navdewletî: Piştî DAIŞê jî em dê li herêmê bimînin
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon jî gotiye, ku piştî şikandina DAIŞê li Reqayê jî, ew dê li bakurê Sûriyê bimînin, ji ber ku şerê terorê li herêmê dê piştî DAIŞê jî her berdewam be.
Ryan Dillon diyar kiriye, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ku ew piştgiriya wan dikin, li ser pêşveçûnên xwe yên li nava bajarê Reqayê berdewam in.
Dillon tekez kiriye, ku hêzên HSDê di wan çend rojên derbasbûyî de pêşkevtinên paş bi dest xistine û destnîşan kir, ku Reqa dê di demek nêzîk de bi temamî were kontrolkirin.
Rudaw
