• Friday, 20 February 2026
logo

Mehmûd Sengawî: Ezê wî destî maç bikim ku serxwebûnê bo Kurdistanê bîne!

Gulan Media August 19, 2017 Nûçe
Mehmûd Sengawî: Ezê wî destî maç bikim ku serxwebûnê bo Kurdistanê bîne!
Duh 18.08.2017ê endamê polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî ragehand, ewê wî destî maçî bike ku serxwebûn û azadiyê bo Kurdistanê bîne.

Duh endamê polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî di bibîranîna şehîdeke Pêşmergeyê Kurdistanê de ragehand û ew kes rexne kirin ku, li gor wan madem serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa referandûmê û serxwebûnê dike, êdî azadiya vî gelî kêr nayê. Mehmûd Sengawî got: ‘’Her destekî serxwbûn û azadî bo gelê kurd bîne, ezê wî destî maçî bikim.’’

Mehmûd Sengawî ku yek ji fermandarên payebilind ê Pêşmergeyên Kurdistanê yê şerê dijî DAIŞê ye, derbarê pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî teqez kir û ragehand: ‘’Emê referandûmê bikin û serkeftî jî dibin.’’

Sengawî herwaha ragehand, eger em li benda wê bimînin ku welatên din dê azadî û serxwebûnê li ser sêniyek zêrîn bînin û dabeş bikin, em wî tiştî qet nabînin.

Basnews
Top