Bayik: Referendum mafê demokratîk ê gelê Kurd e
Bayik ji rojnameyeke nêzikê PKKyê re axifî û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de got li dinyayê hemû gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên netewî, siyasî û çandî referamdûmê pêk tînin. Lewra referandûm mafeke demokratîk ya kurdan e jî. Kurd dikarin biçin ser sindoqan û dengê erê bikarbînin. Lê divê hemî alî û rêxistinên kurdan di nav xwe de referandûmê gotûbêj bikin û li gor rewşa siyasî ya cîhanê gavan bavêjin. Hevserokê KCKyê banga yekrêziyê kir û got ger kurd yekitiya xwe ya netewî pêk bînin û referamdûmê nav xwe de gotûbêj bikin dê referandûm watedar û binirxtir bibe.
K24
