• Friday, 20 February 2026
logo

Bayik: Referendum mafê demokratîk ê gelê Kurd e

Gulan Media August 19, 2017 Nûçe
Bayik: Referendum mafê demokratîk ê gelê Kurd e
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Cemîl Bayik dibêje referandûm wekî hemû gelan mafeke demokratîk ya gelê kurd e jî.

Bayik ji rojnameyeke nêzikê PKKyê re axifî û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de got li dinyayê hemû gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên netewî, siyasî û çandî referamdûmê pêk tînin. Lewra referandûm mafeke demokratîk ya kurdan e jî. Kurd dikarin biçin ser sindoqan û dengê erê bikarbînin. Lê divê hemî alî û rêxistinên kurdan di nav xwe de referandûmê gotûbêj bikin û li gor rewşa siyasî ya cîhanê gavan bavêjin. Hevserokê KCKyê banga yekrêziyê kir û got ger kurd yekitiya xwe ya netewî pêk bînin û referamdûmê nav xwe de gotûbêj bikin dê referandûm watedar û binirxtir bibe.

K24
Top