Dubiz…Çekdarên DAIŞê 7 kesûkarên efserek polîs kuştin!
Rêveberê asayîşa bajarokê Dubizê Neqîb Elî Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 17.08.2017ê grubek çekdarên DAIŞê bi dizî avêtin nav gundê Melhe yê sînorê bajarokê Dubiz ku 2 kîlometre dikeve pişt çeperên hêzên Pêşmerge û avêtine ser mala efserek polîs ê bi navê Muqedem Ferhan Hemed û ew revandine.’’
Herwaha got: ‘’Heman demê de 2 kurên wê efseri û 3 birazayên wî û xwarzayek wî û kesûkareke wî yê din bi awayek herî hovane kuştine.’’
Neqîb Elî Mihemed got: ‘’Di dema vegera wan çekdaran a Hewîcê de hêzên lîwaya 10 a Pêşmergeyên Kurdistanê me agahdar kir û wan jî gule berdan wan lê çekdarên DAIŞê revîn û ew efserê polîs bi wî awayî karî xwe ji dest wan rizgar bike.’’
Basnews
